05 Mijdar 2017•Rojanekirin: 05 Mijdar 2017
ANKARA
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Yilmaz: "Di destpêkirina lîseyan de sîstema nû temam bû."
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Yilmaz: "Me pergala herêma perwerdeyê û bicihkirina mehellî a bêezmûn anî. Kîjan dibistan nêzîkî navnîşana welî û xwendekar be, xwendekar wê li wê dibistanê were bicihkirin."
Yilmaz: "(Di destpêkirina lîseyan de şûna TEOGê pergala nû) Ji vir pê va xwendekarên ku astên wan cuda û xwedî eleqeyên cuda ne wê werin lîseyên herêman ên li navnîşanê, li wir ciyawaziyeke akademîk wê çêbibe û evê jî asta serketinê ya dibistanê zêde bike. Di vê pergala nû ya ku me anî da emê terciha ewladên xwe werbigirin. Di serîlêdanê da şaşeyekê were pêşiya wan û ji ser vê şaşeyê wê 5 tercihan bikin. Emê tu xwendekarekî xwe li cureyeke dibistanê ya ku naxwaze bi cih nekin. Nexwe di vir da terciha xwendekar û ya weliyê wan esas e."
Yilmaz: "(Şûna TEOGê, pergala nû ya derbasbûna lîseyê) Dema ku weliyan ewladê xwe li dibistana navîn qeyd kirin, wê ji vir şûnda bizanibe ku wê ewladê xwe li kîjan lîseyê jî qeyd bike. Ji ber vê yekê jî em di navbera dibistana navîn û lîseyê da têkiliyekê jî ava dikin. Ji ber ku xwendekar wê li gor tercîhê û li gor dibistana ku herî nêzî malê ye werin bicihkirin, zexta ezmûnê jî wê li ser xwendekaran rabe."