Abdullah Tel
21 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 23 Berfanbar 2017
ADIYAMAN
Di qursên xalî çêkirnê ya ji hêla Şaredariya Adiyamanê tên dayîn da Mescîda Eqsa û Qubbet us-Sehra li ser xalîçeyê tên neqişkirin û wek diyarî wê bidin Serokwezîr Bînalî Yildirim.
Şaredarê Adiyamanê Husrev Kutlu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku wê motîfa Mescîda Eqsa û Qubbet us-Sehrayê li ser xalîçeyê neqiş bikin û diyarî Serokwezîr Bînalî Yildirim bikin. Tê payîn ku Serokwezîr Yildirim di 24ê rêbendanê da biçe Adiyamanê.
Kutlu destnîşan kir ku westa û xwendekarên qursên xalîçeyê cara ewil li Tirkiyeyê xwestin ku xalîçeya bi sê rehendî (3D) çêkin û li pêşiyê Mescîda Eqsayê û li pişt jî Qubbet us-Sehrayê neqiş bikin.
Niha çêkirina xalîçeyê dest pê kiriye û ekîbeke ji 3 kesan pêk tê li ser vî karî dixebitin.