İbrahim Atmaca
09 Mijdar 2017•Rojanekirin: 10 Mijdar 2017
ÎSTANBUL
Fitbolîstê navdar ê Barcelonayê Lionel Messi got ku ew ji bo îdiayên ku dibêjin wî ji bo Tîma Neteweyî ya Arjantînê dîrektorê teknîkê û fitbolîst neqandine, hêrs bûye.
Messi daxuyanî da çapemeniya Arjantînê û gotegotên ku li ser wî hatine gotin ra wek "pêkenok" şîrove kir û wiha axivî: "Îdia dikin û dibêjin ku min ji bo Tîma Neteweyî ya Arjantînê dîrektorê teknîkê û fitbolîst neqandine, ev derew e. Mirov tiştên wiha çiqasî hêsan dibêjin, ev yek hêrsa min tîne. Ez tenê ji tîmê lîstikvanek im. Min ji bo kadroya tîma neteweyî tu carî lîstikvan neneqand. Ez ne ew im. Ez tenê hewl didim ku piştgiriya tîmê bikim. Ji wê zêdetir tiştek tuneye."
Messi destnîşan kir ku der heqê wî da gelek gotegot hene, lê êdî ew guh nade gotegotan.
Messi diyar kir, heta roja dawîn jî haya wî jê tunebû ku Neymarê ji Barcelonayê veqete û tranferî Paris Saint-Germainê bibe.