Türkan Tosun
23 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 23 Tîrmeh 2018
ANKARA
Futbolîstê Alman Mesut Ozîl ê ku eslê wî Tirk e, dev ji Tîma Neteweyî ya Almanyayê berda.
Ozîl li ser hesabên xwe yên medyaya civakî daxuyand ew ji sala 2009an vir ve cara 92an e formaya Tîma Neteweyî ya Almanyayê li xwe dike û wî 23 gol avêtine. Lê ew ji vir pê va wê êdî di tîmê da nelîze.
Ozîl di Tîma Neteweyî ya Almanyayê da di sala 2014an de Kupaya Dinyayê ya FIFAyê qezenc kir û di sala 2010an de jî bû 3yemînê dinyayê.
Ozîl ji bo sedema devjiberdana tîmê wiha got: "Ez rastî nijadperestî û bêrêziyê hatim, di nav van hestan de ez êdî nikarim di asta navneteweyî da Almanyayê temsîl bikim. Min berê bişanazî û kelecan formaya Almanyayê li xwe dikir, lê êdî ez ne di nav heman hestan de me. Ev biryar zor bû, lewra min her tim ji bo hevalên xwe yên tîmê, rahênerên xwe û gelê Alman her tiştê xwe da. Rêvebirên payebilind ên Federasyona Futbolê ya Almanyayê rêzê nîşanî eslê min ê Tirk nadin û min ji bo propagandaya siyasî bi kar tînin ku ev gihîşte asteke wisa ez nikarim li ber xwe bidim. Ez ji bo vê futbolê nalîzim. Ez nikarim hema pişta xwe bidim rûnêm. Cudakerî tu carê nayê qebûlkirin."
Futbolîstê 29 salî got ji ber ku wî bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin kiriye Serokê DFByê Reînhard Grîndel der barê wî û futbolîstê Alman Îlkay Gundoganê ku eslê wî Tirk e da axiviye.
Ozîl got Grîndel ew û Gundogan sûcdar kiriye ku ew ji bo kampanyaya hilbijartinê dixebitin, ev jî bêedaletî ye.