14 Mijdar 2016•Rojanekirin: 17 Mijdar 2016
ŞIRNAK
Li Şirnexê ji bo çalên ku terorîstên PKKyî vekirin werin girtin, barîkat werin rakirin, teqemeniyên çalkirî werin îmhakirin û pergala qamûyê cardin were tesîskirin di 14ê adarê da qedexeya derketina derva hat îlankirin û Hêzên Çekdar ên Tirk û hêzên ewlehiyê "Operasyona Cendirmeyê Ustegmen ê Şehît Mehmet Çîftçî" da destpêkirin û operasyona di roja 82yemîn da temam bû. Piştî operasyonê xebatên ku ji bo lêgerînê dest pê kiribû, bi dawî bûn.
Malbatên ku terorê ew mexdûr kiribûn piştî 246 rojan vedigerin bajêr
Li bajêr di operasyonê da derbeyeke giran li PKKya rêxistina terorê dan, rêvebirên rêxistina terorê û yên ku ji qadroya çiyê hatin jî di nav da 508 terorîst hatin kuştin, hezar û 845 teqemeniyê ku 50 ton giraniya wan e hatin îmhakirin, 240 barîkatên ku bi defikên teqemeniyan va hatibûn danîn, hatin rakirin, 39 çal hatin tijekirin. Piştî vê xebatê qedexeya derketina derva ji saet 05.00an heta 22.00î hat rakirin. Li ser rakirina qedexeyê welatî ji bo ku malên xwe bibînin 246 roj şûnda vedigerin bajêr.
- Ji cihên ewlehiyê derbas dibin
Li devê bajêr cihên ewlehiyê hatin avakirin û piştî kontrolan destûr tê dayîn ku welatî derbas bibin.
Hin welatiyên ku dema terka malên xwe kiribûn bi tişt û alavan li cem xwe biribûn va vegeriyan. Li gor welatiyên din ji bo kal, pîr û nexweşan dema kontrolê pêştatî tê dayîn ku ewil ew derbas bibin.
Welatî dema zirara li bajêr a ku terorîstan dayê dibînin metel dimînin, eqreba û cînarên xwe hembez dikin.
Esnafên ku kargehên wan zirar dîtiye jî kargehên xwe paqij dikin û cihên xirab bûne temîr dikin.
Piştî qedexeyê welatiyan nan, xwarin û tiştên din kirîn.
Li ber deriyê hin firûn û markêtan dor çêbû.
Perwerde û hîndekariyê dest pê kir
Li bajarê ku qedexeya derketina derva qismen hat rakirin, xwendekaran bi mehan şûn da dest bi dibistanê kirin û mamoste û hevalên xwe dîtin.
Li bajêr herwiha ji ber êrîşên terorê hin dibistan xirab bûn û li dibistanên ku zirar nedîtin jî zengila dersê îro lê da.
Xwendekarên Zanîngeha Şirnexê jî bi otobusan çûn Kampusa Mehmet Emîna Acar û dest bi perwerdeyê kirin.
Herwiha Şaredariya Şirnexê ya ku peywirdarî lê hat kirin jî lez û bez da xebatên xwe yên paqijî û çêkirina rêyan.