İbrahim Atmaca
12 Îlon 2018•Rojanekirin: 13 Îlon 2018
ANKARA
Serokatiya Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) di nav saleke dawîn da Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Paralel (FETO/PDY) di serî da, terorîstên firar ên ku bi sûcdariya "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar" va li welatên cuda lê digerin, bi operasyonên girtin û anîn welêt.
MÎT pey terorîstên firar ên dervayî welêt bernade. Rêxistina Balkanê ku reva mensûbên FETOyê ya ber bi welatên Rojava organîze dike di serî da, MÎTê bi operasyonên dijî mensûbên rêxistinê yên li Afrîkaya Navîn, Azerbeycan û Ukraynayê va derbeyên mezin li rêxistinê dan.
MÎTê bi îstixbarata Kosovayê ra di çarçoveya tevkariyeke xurt da operasyon kir û di 29ê adara 2018an da 6 mensûbên payebilind ên ku li Tirkiyeyê lê digeriyan, girtin.
MÎTê endamên rêxistinê Cîhan Ozkan, Kahraman Demirez, Hasan Huseyîn Gunakan, Mustafa Erdem, Osman Karakaya û Yusuf Karabîna bi balafireke taybet va anîn Tirkiyeyê.
- MÎTê derbe li şaxa Afrîkayê ya FETOyê da
Osman Ozpinar, Îbrahîm Akbaş û Adnan Demironalê ku di nav şaxa Gabonê ya FETOyê da bûn jî bi operasyona ku MÎTê di 10ê nîsana 2018an da kir va hatin bidestxistin.
- Li dijî endamê rêxistinê yê payebilind li Azerbeycan û Ukraynayê operasyon
Serokatiya MÎTê di 12ê tîrmeha 2018an da di operasyona dijî FETOyê da Îsa Ozdemirê ku "kaseya Azerbeycanê" ya rêxistina terorê ye li Azerbeycanê, Salih Zekî Yîgîtê ku li gor tesbîtê li Mêrsînê meletiya karsazên girêdayî FETOyê dike jî li Ukraynayê girtin û anîn welêt.
- Pisporê medyaya civakî yê rêxistinê girt
Yusuf Înanê ku ji pisporên medyaya civakî yê rêxistinê ye û piştî hewla derbeya FETOyê ya 15ê Tîrmeha 2016an revî dervayî welêt jî ji aliyê MÎTê va di 15ê tîrmehê da li Ukraynayê hat girtin û anîn Tirkiyeyê.
- Operasyona dawîn li Lazqiyeyê hat kirin
Serokatiya MÎTê operasyona dawîn a li dijî terorîstên firar ên dervayî welêt jî li Lazqiyeya bajarê Sûriyeyê kir. Di operasyonê da Yusuf Nazikê ku di êrîşa bibombe ya li Reyhanliyê da bi îstixbarata Sûriyeyê ra têkilî danî û rê nîşanî kiryaran da, girt û anî Tirkiyeyê.
Nazikê organîzatorê êrîşa Reyhanliyê ku di lîsteya "hêşîn" a terorîstan da ye, bi rêyên ewledar anîn Tirkiyeyê û hildan jêpirsînê.
MÎTê di operasyona dawîn da ji tu dewletê piştgiriya îstixbarî û lojîstîkê hilneda û hemû qonaxên operasyonê bi xwe meşand.