Haydar Şahin
04 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 05 Berfanbar 2018
DIYARBAKIR
Diyarbekir bi nirxên xwe yên bawerî û çandî va bala wênekêşên amator dikişîne.
Diyarbekirê bi sûrên dîrokî yên di Lîsteya Mîrata Çandî ya Dinyayê ya UNESCOyê da, Mizgefta Mezin a wekî Herêma Şerîf a 5an ya alema Îslamê tê qebûlkirin, Kompleksa Muzeya Hundir, meqamên Pêxemberan, tirbe û dîroka dewlemend va di 4 demsalan da ji ziyaretvanên xwe ra mazûvaniyê dike.
Hezkiriyên wêneyan dawiya hefteyê tê bajêr û wêneyên nirxên bawerî û dîrokî dikişînin.
Wênekêşên li Exîl û Erxaniya kêmzêde 50 kîlomêtre li dûrî navenda bajêr in, wêneyên girê ziyaretê yê dibêjin merzelê Zilkîfl û Elyesayê ji 25 pêxemberên navê wan di Quranê da derbas dibin lê ne, kelhe, gola Bendava Qralqiziyê, çiyayê meqam ziyaret dikin hem wêneyên herêmê dikişînin hem jî li ber van dîmenan şaş û metel dimînin. Wênekêş bi kelekê li ser gola bendavê digerin.
Mustafa Karayelê endamê Komeleya Hunermendên Wêneyan a Siwêregê yê ku ji Şanliurfayê hat herêmê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got armanca wan ew e ku dîmenên xweşik ên herêmê û nirxên baweriyê bidin nasîn û ji bo nifşên teze wan qeyd bikin.
Karayel diyar kir ku cara ewil e tê Erxenî û Exîlê, şaş û metel ma û wiha pê da çû: "Xweşikahiyên tebiî û nirxên dîrokî ketine nav hevdu. Xweşikahiya demsalê jî li ser zêde bûye û hunerekî baş derketiye holê. Em zehf kêfxweş bûn. Herêma me xwediyê xweşikahiyên tebiî, dîrokî ye û dibê were keşfkirin. Danasîna van ciyan ji bo me zehf girîng e."
- "Li Diyarbekirê serê gavê dîrok heye"
Şukran Tekîna endama Komeleya Fotono21ê jî got hingî dest bi kişandina wêneyan kir bajarê xwe jinûva keşf kir.
Tekînê got, "Bi gelemperî di berfanbarê da li wî aliyî şilî dibare. Lêbelê em li vê derê di binê tavê da wêneyan dikişînin" û wiha pê da çû:
"Li Diyarbekirê serê gavê dîrok heye. Em li benda hezkiriyên wêneyan in ku werin Diyarbekirê. Li vê derê dîmenên balkêş hene. Ji wan bajaran yek jî Diyarbekir e. Bi kişandinê bajar xilas nabe."
Murata Kapanê endamê Komeleya Wênekêşan a Diyarbekirê jî destnîşan kir ku bi salan e dixebite ku wêneyên mekanên dîrokî û çandî yên Diyarbekirê û herêmên li dorberê bikişîne.
Kapan got di her demsalê da xweşikahiyên cuda hene, di meha berfanbarê da di binê tavê da wêneya xweşikahiyan dikişînin.
Kapan bangî wênekêşan kir ku bira werin herêmê bibînin û wêneyên van deran bikişînin û wiha axivî: "Diyarbekir bajarekî qedîm e û ji bajêr gelek şaristaniyan ra malxwedîtî kiriye. Di berfanbarê da li gelek herêmên Tirkiyeyê berf dibare lêbelê li DIyarbekirê rengên zivistan, havîn û payîzê bi hev ra tên dîtin. Hemû wênekêş dikarin li vê derê bi kêfxweşî wêneyan bikişînin."