23 Gulan 2017•Rojanekirin: 24 Gulan 2017
ÎSTANBUL
Akif Emreyê (60) nivîskarê Rojnameya Yenî Şafakê ji ber qeyrana dil wefat kir.
Hamît Kardaşê Midûrê Karên Nivîsan û xwediyê malpera "Haberiyat.com"ê destnîşan kir Akif Emreyê Rêvebirê Giştî yê Weşanê yê malperê li ofîsa xwe ya li Beşiktaşê wefat kir.
Kardaş diyar kir ji bo civîna nûçeyan di saet 10.30yan da çûye odeya Emre û wiha got: "Wexta ez çûm odeya wî ketibû ser ciyê lê rûdinişt. Me gazî ambulansê kir. Qederê 40 deqîqe midaxele kirin, lê dîsa jî tu feydeyê neda. Akif beg wefat kir."