İbrahim Atmaca
20 Sibat 2018•Rojanekirin: 20 Sibat 2018
ÎSTANBUL
Di operasyona dijî Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ku navenda wê Stenbol e da eskerên wezîfedar, teqawid û îxrackirî jî di nav da der heqê 170 kesan da biryara binçavkirinê hat dayîn.
Di nav Artêşa Tirkiyeyê da li dijî şaxa FETO lêpirsîna Buroya Sûcên Teror û Rêxistinî ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dewam dike.
Di çarçoveya lêpirsînê da li ser îdiaya ku mensûbên rêxistinê ne, bi têlefonên ankesorê û xetên sabit va bi "melayên mehrem" ra axivîne, li dijî 170 kesan biryara binçavkirin, lêgerîn û desteserkirinê hat dayîn.
Hêzên emniyetê li ser vê xebat da destpêkirin û navend wek Stenbol li 38 bajaran operasyon kir. Di operasyonê da eskerên wezîfedar, teqawid û îxrackirî jî di nav da ji gumanbaran 22 kes hatin girtin.
Ji bo girtina gumanbarên din xebat dewam dikin.