08 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 09 Rêbendan 2017
ANKARA
Li bakurê Sûriyeyê di çarçoveya Operasyona Mertalê Feratê ya ku ji hêla Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê ve tê kirin de 32 endamên rêxistina terorê DEAŞê hatin kuştin, 330 hedef jî hatin îmhekirin.
Li gor agahiya Sererkaniyê, Operasyona Mertalê Feratê ya ku li bakurê Sûriyeyê di 24ê tebaxê de ji bo parastina ewlehiya hidûd, piştgiriya hêzên hevpeymanê û berterefkirina tehdîda rêxistinên terorê di 24ê tebaxê de hatibû destpêkirin, dewam dike.
Di roja 138emîn a operasyonê de ji bo ku hêzên muxalif El Babê bi dest bixin bomberankirinê dewam kir.
292 hedefên rêxistina terorê DEAŞê bi obusên Bahozê, hewan û roketavêjên pirserî va hatin lêdan, hin avahî ku di navê da kozik û tesîsên kontrola komutayê jî hene, hatin rûxandin.
Herwiha firokeyên cengê yên Fermandariya Hêzên Asîmanî hemleya asîmanî birin ser herêma Bab, Bizagah, Suflaniyah û Qebr El Mukrî.
Di encamê da digel 35 hedefên rêxistina terorê DEAŞê, 3 top û tankek hatin jinavbirin.
Di pevçûnên nava rojê da 32 terorîstên endamê DEAŞê hatin kuştin, 23 teqemeniyên destçêkirî yên çalkirî hatin jinavbirin. Bi vî awayî hejmara teqemeniyên jinavbirî derket 2 hezar û 817 heban.