Nihat Kavşut
12 Hezîran 2018•Rojanekirin: 12 Hezîran 2018
ESKİŞEHİR
Serokomar Erdogan: "(Înce) Li Diyarbekirê mitîng kir. Li gor agahiyên ku min ji îstixbaratê hilda piraniya kesên tevlî mitîngê bûne HDPyî ne."
Erdogan: "Qiraetxaneyên gel tenê yek ji 146 projeyên me ye û niha li ser kekan diaxivin. Kek ji yên wiha tê gotin û loma ez dibêjim êdî dev ji vê xeberdanê berdin."
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku wê di 2020 yan jî 2021an da dest bi çêkirina domdar ya otomobîla xwemalî bikin û wiha got: "Kemal Beg û Muharrem Beg wê ev dîzel û bibenzîn nebe. Ev wê bi ceyranê bixebitin."
Erdogan: "Em Eskîşehirê wek 'Paytexta Perwerdeya Dinyaya Tirkan ya 2019an' îlan dikin."
Serokomar Erdogan: "Piştî vê hilbijartinê wê Înce jî wekî serokê xwe yê giştî têk biçe û bê jibîrkirin."
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan: "Pêşniyaza ku min di her hilbijartinê da li şexsê ku CHPyê bi rê va dibe dikir niha jî ez li Muharrem Înce dikim. Tu dikarî bibêjî 'Heger di hilbijartinê da nebim yekemîn ez ê dev ji siyasetê berdim'? Heger îdiaya te heye tu jî heman sozî bide û bila dilê Kemal Beg jî rehet be."