Önder Beyter
05 Nîsan 2018•Rojanekirin: 07 Nîsan 2018
DIYARBAKIR
Piştî ku li Diyarbekirê tamên herêmî zebeş, qedayifê badayî û penêrê kezî hatin tescilkirin, birincê Qerejdaxê ku li pêşa Qerejdaxê hêşîn dibe jî hat tescilkirin. Ev biryar ji bo peywirdar û hilberîneran bû ciyê kêfxweşiyê.
Li Diyarbekirê ji bo ku birincê Qerejdaxê were tescilkirin di 2010an da serîlêdan hatibû kirin ku vê serîlêdanê encam da.
Piştî serîlêdana Walîtiyê ya bi hevkariya Midûriyeta Parêzgehê ya Xida, Çandinî û Heywandariyê û Zanîngeha Dîcleyê va birincê Qerejdaxê bi destê Dezgeha Patent û Marqeyê ya Tirk wekî berhemê çaremîn ê Diyarbekirê hat tescilkirin.
Birincê Qerecdaxê ku li pêşa çiyayê Qerejdaxê bi ava xweş va tê ajotin, bi reng, aroma û lezeta xwe va tameke xweser li ser zimanê mirov dihêle. Herwiha gelê bajêr jî pir kêfxweş bû ku birinc hat tescilkirin.
- "Ji bo aboriya Diyarbekirê wê kêrhatî be"
Serokê Jûra Pîşesazî û Bazirganiya Diyarbekirê Ahmet Sayar di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku birincê Qerejdaxê wekî berhemê çaremîn ê bajêr hat tescilkirin.
Sayar bal kişand ku ji ber taybetiya xak û demsalê tam û lezeta birincê Qerejdaxê ji birincên din ên klasîk pir cudatir e û herwiha diyar kir ku rêjeya wê ya mîneral û proteînê jî pir zêde ye.
Sayar diyar kir ku piştî vê tescilê êdî tu kes nikare bi navê birincê Qerejdaxê va vê berhemê li derekî din bajo. Bi vî awayî dahata cotkarên me yên Diyarbekirî yên ku bi zor û zehmet vî berhemî diajon, zêde be û herwisa wê seba aboriya Diyarbekirê jî kêrhatî be."
- "Em li bendê ku taleba birincê Qerejdaxê zêde be"
Veysel Avciyê xwediyê fabrîqeya birincê Qerejdaxê diyar kir ku ew salê 3 hezar ton birinc ji miemeleyê ra derbas dikin û pêşkêşî piyaseyê dikin.
Avci bal kişand ku birinc bêtir li Diyarbekir, Riha û Entabê tê firotan û wiha dewam kir, "Piştî belgeya tescilê em li bendê ne ku taleba birincê Qerejdaxê zêde be."