Fatih Gazioğlu
15 Tebax 2018•Rojanekirin: 15 Tebax 2018
WASHINGTON
Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mike Pompeo û bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî ra li ser têlefonê axivî.
Berdevka Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê Heather Nauertê li ser axaftina bi Ebadî û Barzanî ra daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Naurtê wiha got:
"Wezîr Pompeo bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî ra axivî. Pompeo ji ber hevdîtinên çêker yên di çarçoveya qanûna bingehîn da ji bona çareserkirina pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê hatine kirin, spasiya herdu serokan kir. Wezîr Pompeo di axaftina xwe da ji herdu serokan ra diyar kir ku ya girîng ew e ku di çarçoveya qanûna bingehîn da û li gor hêviya gelê Iraqê hikûmeteke modern bê avakirin."
Di daxuyaniyê de hat gotin Pompeo li ser operasyon û têkoşîna dijî DEAŞê ya ku ji aliyê artêş û pêşmergeyan tên kirin jî bi serokan re axivî.
Berdevk Naurtê got ku Wezîr Pompeo destnîşan kiriye ku ew ê piştgiriya di çarçoveya Peymana Stratejîk didine Iraqê bidomînin.