13 Hezîran 2017•Rojanekirin: 20 Hezîran 2017
ŞANLIURFA
Omer Kurt (60) li Rihayê nîv esir e aşvaniyê dike, her çend kal bûye jî dîsa bi zarok û neviyên xwe ra dixebite.
Li Rihayê heta 20 sal berê jî li her taxê gelek aşvan hebûn, lê piştî pêşketina teknolojiyê û fabirqeyan, êdî aşvanî hat jibîrkirin.
Aşên ku mane jî li perê şehir in û ew jî êdî kêm dixebitin.
Kurt jî li taxa Haleplîbaxçeyê aşvaniyê dike. Kurt daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got wî di 10 saliya xwe da li cem kalik û xalê xwe dest bi aşvaniyê kiriye.
Kurt diyar kir, kalikê wî esrek berê li gund aşê avê ava kir û da xebatê, lê piştî pêşketina teknolojiyê ew jî derbasî makîneyên nû bûn.
Kurt diyar kir ku di van salên dwîn da hemara aşvanan kêm dibe û got, "Ez ji kal û bavê xwe hînî aşvaniyê bûm. Min li cem wan çiraxtî kir. Paşê bi zarên xaltîka xwe ra me aşvanî kir. Wan jî dev ji vî karî berda û ez bi tena serê xwe mam û ev 30 sal e bi tenê aşvaniyê dikim. 5 zarên min jî eva kara kirin. Nika 2 zarên min li cem min dixebitin, neviyên min jî mezin bûn û aliyê me dikin. Ev 3 nifş e ku em karê kal û bavan didomînin."
- Arê bikapek dîsa eleqeyê dibîne
Kurt destnîşan kir ku ji vir 30-40 sal berê li Şanliurfayê malbatan genimê xwe yê salane di malê da vedişartin û çaxa lazim bikira dianîn aşan û dihêran dixistin ar.
Kurt got, "Êdî makîneyên teze derketin, kar hêsan bû. Me berê genim di aşê avê da bi kapekê wê va dixiste ar û ji bo tenduristiyê baş bû." û wiha pê da çû: "Xelk êdî arê bêkapek tercih dike, loma jî min makîneyên teze kirîn. Arê bêkapek ji bo sihetê baş nîne."
Muhammet Kurtê li cem bavê xwe dixebite jî diyar kir vî karî berdewam dikin û wiha got: "Vî zemanî ev kar zêde nayê kirin, lêm li ber xwe didin."
Îbrahîm Halîl Kurt jî destnîşan kir li cem bavê xwe dixebite û dixwaze aşvaniyê berdewam bike.