04 Adar 2017•Rojanekirin: 04 Adar 2017
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Navenda Kogreyê ya Halîçê di bernameya Keda Jinan a Navneteweyî ya 6emîn ya bi minasebeta Roja Jinan a Cîhanê bi destê HAK-ÎŞê hat çêkirin da xeberda.
Serokomar Erdogan di xeberdana xwe da wiha got: "Tu çima emrê rey dayînê ya 18 salî qebûl dikî, tu çima ji bo bibin endam da ku bên hilbijartin qebûl nakî? Ya zor hilbijartine. Ji teref kesên din ve hilbijêrîn ji hilbijartinê hesantir e. Em ji ciwanên xwe bawer in, em îtimadê nîşanî ciwanên xwe didin. Van ciwanan 15 tîrmehê xwe îspat kiriye."
Erdogan destnîşan kir cudakariya di dîn û cinsiyetê da cahilî ye û wiha xeberda: "Bi israr li ser dîn û cinsiyetê mirovan jihev qetandin tenê bi cehaletiyê tê îzahkirin. Me di seranserê jiyana xwe ya siyasetê de bi vê nêrînê hereket kir. Jin ne bi cil û bergên xwe, me got lazim e bi fikrên di heşê wan da bên nirxandin û ev parast. Di jiyana xwe ya siyasî da tu carî bi tu cudahiyan ra em eleqedar nebûn. Sergirtî ye vekiriye me cudahiyeke wiha nekir. Berevajiyê vê em li hember kesên wisa tevgeriyan, sekinîn."
Serokomar Erdogan der barê nîqaşên li ser personela sergirtî ya di Hêzên Çekdar a Tirkan da wiha got: "Çend roj berê di saziyeke medyayê da nûçeyek derket, di nav Hêzên Çekdar a Tirkan hebûna personeleke sergirtî rexne dike. Qaşo hûn ji sergirtinê aciz nedibûn? Hûn çima aciz dibin? Dinya guherî, saziyên me guherîn, lê mixabin hin hişmendî dev ji tebîata xwe ya kevin bernadin. Em destûrê nadin di navbera xwîşkên me da cihêtî û heqaretkirina bi vî awayî çêbe."
Erdogan wiha axivî: "Musterîh bibin, êdî yên ku di nav dewlet û siyasetê de ne û ji xwe re îqtidarek ava kirine û xwe vedişêrin dûmahiya wan tê. Ez bawer im ku yên ku ji Tirkiyeya berê hez dikin, gelê me wê 16ê nîsanê bersivekê bide wan. Ez di vê meseleyê de ji tu koman gelekî bawer im, evan yek ciwanên me ne, yek jî jinên me."
Serokomar Erdogan diyar kir ez wek Serokomarê vî welatî tu cudahiyê qebûl nakim û got, "Heke em li ser dewleteke aştiyê, dewleteke serdestiya azadiyan diaxivin wê çaxê li vî welatî bira tu kes li qisûrê me mêze neke, her kes dixwaze li gor dilê xwe kincan li xwe bike, tu kes jî nikare midaxele bikê, dikare li gor baweriya xwe bijî, tu kes jî nikare midaxele bike. Li netewe, bawerî, mezheb, meşreb, cinsiyet, şekl û şemalê tu welatiyekî mêze nakin û hemûyên wan xizmetên herî rind heq dikin. Eslê vê ev e. Ez wek Serokomarê vî welatî tu cudahiyê qebûl nakim. Çi hewce bike dikim. Heke yên ku vê qebûl nakin hebin bira riyakarî, durûtî û talevêreyan va na bi merdane û camêrane bêjin."
Erdogan di xeberdana xwe da wiha got: "Armanca wan kesên ku dixwazin wê nêrînê belav bikin di nav saziyên dewletê da pirsgirêk heye, ev parastina siyasî û saziyan nîne, berevajiyê vê dixwazin pirsgirêk zêde bibin û ew jî ji xwe ra rê vekin, hûn rihet bin. Bi îzna Xwedê dawî li wan kesan tê ku di nav saziyên dewlet û siyaseta qels da ji xwe ra hêza veşartî ya desthilatdariyê ava dikin."
Serokomar Erdoganm der barê tundiya li ser jinan da wiha got: "Ez ji kesên jinan zeîf û bêparastin dibînin û tundiyê li wan dikin ra bi eşkereyî dibêjim, hûn yên belengaz in. Bi taybetî jî yên li jinan dixin û destê xwe ji wan ra radikin, ferqa wan ji kesan tuneye ku di dema cahiliyê da zarokên keç bi saxî dikirin axê. Bi heman awayî ferqa kesên di medya, kuçe û kar da jinan wek mal bazar dikin, ji tacirên koleyan yên berê tuneye. Ez dixwazim vê jî bi taybetî bibêjim."
Erdogan di berdewamiya xeberdana xwe da wiha got, "Ez nika Serokomar im, hetanî tebaxa 2019an Serokomar im. Hikûmet jî jixwe hetanî mijdara 2019an hikûmet e. Nika ev pêvajoyê dîsa wek berê dewam bike. Ji bo hin tiştan talaşa me tune lê belê em dixwazin bi guherîna sîstemê va welatê me pêş bikeve. Em rind dizanin ku di nav van 14 salan da me çi kişand. Lê belê tu tiştekî wiha hat serê yên din? Na. Wana li vî welatî darek jî daneçikand. Ew çelan vedidin, di binê erdê da qonaxan çêdikin, diçin Hekariyê bi pîneyên kesên din mitîngan dikin, em jî bi alaya xwe va dimeşin."