21 Adar 2017•Rojanekirin: 21 Adar 2017
DIYARBAKIR
Qedexeya derketina derva ya ku li 10 taxên Liceyê û Hênêya navçeyên Diyarbekirê hatibû îlankirin bidawî bû.
Di daxuyaniya walîtiyê da hat diyarkirin ku li dorberê navçeyên Liceyê û Hênêyê ji bo berterefkirina terorîstan û hevkarên wan, îmhakirina stargeh, baregeh, depo û kozikên balafirşikênan ên terorîstan û girtina amûrên wan operasyon hat kirin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku li herêma operasyon tê kirin ji bo pêkanîna ewlehiya can û malên gelê herêmê di 19ê adarê da ji saet 20.00î pê va li 10 taxên Liceyê û Hênêyê qedexeya derketina derva hatibû îlankirin û qedexe îro ji saet 08.00an pê va hat rakirin.