22 Gulan 2016•Rojanekirin: 22 Gulan 2016
ANKARA
Rûniştina ewil a Ezmûna Bijartina Personelê Qamûyê (KPSS) ya ji bo kadroyên koma A û Bê, saet 09.30an da dest pê kir.
Ezmûn ji aliyê Navenda Pîvandin, Hilbijartin û Bicîhkirinê (OSYM)yê va hat kirin. Beşdarvanên ezmûnê di rûniştina ewil a serê sibê da di 120 deqîyeyî da wê bersiva 120 pirsan bidin.
Saet 11.30an da wê rûniştin bi dawî bibe. Namzed wê piştî nîvroyê saet 14.00an da dets bi rûniştina duyem bikin.Rûniştina duyem wê 100 deqîqe bajo û wê namzed 80 pirsên zanistên perwerdeyê bibersivînin.
Di 29ê gulanê wê 2 rûniştinên din bên kirin. Maweya rûniştinên roja yekşemê serê sibê û piştî nîvroyê bên kirin wê 160 deqîqe be.