31 Gulan 2016•Rojanekirin: 01 Hezîran 2016
ÎZMÎR
Tetbîqata Efes-2016yê bi beşdarbûna Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokwezîr Bînalî Yildirim, Sererkan Orgeneral Hulusî Akar û Wezîrê Parastina Millî Fîkrî Işik va dest pê kir. Ev tetbîqat ji tetbîqatên plankirî yên hêzên Çekdar ên Tirkiyê ye.
Serokomar Erdogan bi firokeyê hat herêma Doganbeya navçeya Seferîhîsarê cihê ku tetbîqat lê çêdibe.
Serokwezîr Yildirim û Fermandarê Artêşa Egeyê Orgeneral Abdullah Recep, Erdogan pêşwazî kir. Erdogan û Yildirim paşê derbasî cihê ku lê tetbîqatê dişopînin bûn.
Erdogan silav da fermandarên biyanî yên ku beşdarî tetbîqatê bûn jî, paşê li cihê xwe rûnişt. Piştî ku mensûbên çapemeniyê çend wêne û dîmen kişandin, tetbîqatê dest pê kir.
Ji 79 welatan 255 çavdêrên bijarte beşdar bûn
Ji bilî Serokomar Erdogan û Serokwezîr Yildirim, Wezîrê Parastina Azerbeycanê Zakir Hasanov, Sererkanê Erebistana Siûdî Abdulrahman Saleh Al Bunyan, Sererkanê Qatarê Ghanim bin Shaheen Al-Ghanim, Sererkanê Ukraynayê Viktor Muzhenko, Alîkarê Sererkanê Polonyayê Anatol Wojtan, Fermandarê Hêzên Bejahî yê Amerîka Ewropayê Ben Hodges, Fermandarê Hêzên Bejahiyê yê Japonyayê Kiyofumi Iwata, Fermandarê Hêzên Bejahiyê yê Pakistanê Raheel Sharif jî di nav da ji 79 welatan 255 çavdêr û nûner beşdar bûn.