Ahmet Aydın
10 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 10 Tîrmeh 2018
LEFKOŞA
Serokê Komara Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di çarçoveya serdana xwe ya li Komara Qibrisa Bakur a Tirkî çelenk danî ser Abîdeya Ataturk ya li Lefkoşayê.

Serok Erdogan piştî serdana xwe ya li Azerbaycanê derbasî Lefkoşaya paytextê Komara Qibrisa Bakur a Tirkî bû serdana Abîdeya Ataturk kir.

Serok Erdogan piştî danîna çelenkê û îmzakirina deftera taybet silav da welatiyên ku li hêviya wî bûn.