16 Hezîran 2016•Rojanekirin: 17 Hezîran 2016
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim bi peywendiyeke têlefonê digel Cîgirê Serokê DYAyê Joe Biden axivî û jê ra got "Em wê êrîşa terorê ya li Orlandoya bajarê DYAyê şermezar dikin."
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên Serokwezîriyê hatin hildan, Yildirim bi peywendiyeke têlefonê digel Cîgirê Serokê DYAyê Joe Biden axivî û êrîşa terorê ya li Orlandoya bajarê Florîdaya eyaleta DYAyê şermezar kir.
Yildirim piştî ku sersaxî da hikûmet û miletê DYAyê û di hevdîtinê da diyar kir ku Tirkiye jî yek ji wan welatan e ku li dijî terorê şer dike, gelek welatiyên wê di şerê li hemberî terorê da mirine, ji bona vê yekê ew ji êşa gelê DYAyê baş fêm dike. Yildirim destnîşan kir ku dîn, milet û mezhebê terorê tune ye, Tirkiye di nav da DAEŞ, PKK/PYD/YPG jî wê li hemberî hemî rêxistinên terorê bi biryardarî têkoşîna xwe bidomîne.
Biden jî ji bo sersaxiyê spasiya Yildirim kir. Biden got ku divê rêxistina terorê bi dîn an jî miletekê ra wekî hev du neyê dîtin.