Haydar Şahin
29 Hezîran 2018•Rojanekirin: 30 Hezîran 2018
İSTANBUL
Li Beykoza navçeya Stenbolê di fabrîqeyekê da şewat derket.
Li gor agahiyên hatin sitandin, di fabrîqeyeke li Beykozê da ji ber sedemeke ku nayê zanîn şewat derket.
Ji bo şewatê gelek ekîbên agirkujiyê sewqî dewsa bûyerê kirin.
Serokê Daîreya Îtfaiyeya Stenbolê Alî Karahan ji bona şewata li Beykozê derket got ku mirî û birîndar tunene.
Şaredarê Beykozê Yucel Çelikbîlek jî destnîşan kir şewata ku li fabrîqeyeke solan ya berê ku wek platoya filman dihat emilandin derket hatiye temirandin.