Abdullah Tel
22 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 24 Berfanbar 2018
ARDAHAN
Li Erdexanê ji ber hewaya zêde sar sûlava ku li bajêr bû qerisî.
Li herêmê demek berê berf barî û seranserê bajêr pê xemilî lê bi şev jî germahiya hewayê di bin sifirê da heta 12 pileyî ket.
Erdexan di nav bajarên Tirkiyeyê da yek ji wan bajaran e ku zivistanê hewa lê sar e û germahî lê gelekî dadikeve. Ji ber sermaya zêde Sûlava Erdexanê ya li Taxa Halîl Efendî ye jî qerisî. Bi qerisînê va şembelîlkên bi metreyan dirêj çêbûn.
Ji şêniyên bajêr Ufuk Işik diyar kir ku sermayê bi xwe ra hin xweşî jî anî bajêr û wiha pê da çû: "Dîmenê van şembelîlkên ku ji vê Sûlava qerisiye xuya dikin mîna neqşê ne."
Li bajêr ji ber sermayê dar û ber jî qeşa girtin û mîna ku xêliya spî bi wan da hatibe kirin, xuya dikin.