Türkan Tosun
20 Îlon 2018•Rojanekirin: 21 Îlon 2018
ÎSTANBUL
TEKNOFEST Stenbola ku ji hêla Weqfa Tîma Teknolojiyê ya Tirkiyeyê (T 3), Şaredariya Mezin a Stenbolê va tê organîzekirin û Ajansa Anadoluyê (AA) şîrikê wê yê ragihandinê ya global e wê îro deriyên xwe vekir.
Mihrîcan îro li Balafirgeha Nû ya Stenbolê dest pê kir û di mihrîcanê da gelek bername wê bên lidarxistin.
Amadehiyên ji bo mihrîcanê qediyan.
- Di 12 kategoriyan da pêşbirkên teknolojiyê
Pêşbirkên teknolojiyê yên bixelat ên Tirkiyeyê wê bi hevkariya Aselsan, Baykar, BMC, ÎGA, ÎSBAK, Roketsan, TAÎ, TUBÎTAK û Turksatê bên kirin.
Di 12 kategoriyan da pêşbirkên teknolojiyê wê bên kirin, armanc ew e ku ciwan projeyên xwe yên teknolojiyê pêşva bibin.
750 tîm û ji 2 hezarî zêdetir pêşbirk beşdarî pêşbirkên teknolojiyê dibin.
Di mihrîcanê da gelek balafirên taybet wê bên nîşandan, Solo Tirk, Stêrkên Tirkan wê li esman xwepêşanan bikin.

Ji bo zarokan atolyeyên teknolojiyê yên 3D bên lidarxistin, her êvar konser wê bên lidarxistin.
Pîşesaziya Fezayê û Esmaniyê ya Tirkiyeyê jî wê xwepêşanekî bike. Kesên berçevkê bidin ber çavên xwe wê di cihekî taybet a sanal da dîmenan temaşe bikin û wê wisa zen bikin ku ew bi rastî jî li wî cihê sanal da ne. Mirov wê ji nêz va ber û berheman bibînin.

Pêşbirkên sîmulasyonê ji bo lêkolînên hiş û mêjiyê zêde tên bikaranîn. DARPA bi navê DARPA Robotics Challenge (DRC) û NASA jî bi navê Space Robotics Challenge van pêşbirkan li dar dixin.
Sîmulasyona robotîk a Gazebo ya ku di herdu pêşbirkên navdar da tê bikaranîn wê di TEKNOFESTê da bê bikaranîn. Cara ewil ev wê li Tirkiyeyê bê bikaranîn.

- Çûyîn û hatina mihrîcanê bi otobêsan va wê bê pere be
Şaredariya Mezin a Stenbolê ji bo çûyîn û hatina mihrîcanê hêsan bibe ji 16 navendan seferên otobêsan ên bê pere da destpêkirin. Ev otobês wê di navbera saet 09.00 û 19.00an da rêwiyan bibin mihrîcanê.
Şaredariya Mezin a Stenbolê û ÎSBAK jî sponsorê mihrîcanê ne.