Elif Orhan
03 Hezîran 2016•Rojanekirin: 03 Hezîran 2016
NAIROBI
Balyoz Îbarahîm Kalinê Berdevkê Serokomariyê û Arîkarê Sekereterê Giştî yê Serokomariyê yê ku di ziyareta Serokomar Recep Tayyîp Erdogan de li gel wî ye daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku tu bingehekî hiqûqî ya biryara Parlementoya Federal a Almanyayê tune û dijî rastiyên dîrokî ye û biryarê wekî "mînaka bêberpirsyariyê" nirxand.
Kalin got "Ji bo Tirkiyeyê tu wateya wê tune. Em vê biryarê bi tundî şermezar dikin" û da zanîn ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di sala 2005an de bamg kiri ku bila xwe bispêrin belgeyên arşîvê yên bûyerên 1915an û ji bo ku rastiyên dîrokê derxînin holê komîsyona dîrokê ya hevpar bê avakirin, heta îro ne Ermenistanê ne jî ji kesên ku teza komkujiyê diparêzin bersivekî erênî nedan vê bangê. Kalin destnîşan kir ku divê sedema vê yekê bifikirin û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Ew kesên ku ji vê bangê reviyan, bi saîkên siyasî û biryara parlementoyê ya ji hincetên hiqûqî dûr propagandaya komkujiyê dikin û ev yek tenê bi hestê sûcdariyê yê îzahkirin. Watedar e ku daxuyaniyên Birêz Serokomarê me yên di salên 2014 û 2015 ên der bar bûyerên 1915an de û helwesta êşa hevpar û hafizeya adil tune dihesibînin. Divê em cemeata ermenî jî di nav de pêngavên gelekî girîng ên ku Tirkiyeyê di van salên dawîn de ji bo kêmneteweyan avêt jî serê zêde bike.
Ew kesên ku piştgirî dan vê pêşnûmayê û propagandaya komkujiyê kirin ne tenê dîrokê nikarin îro jî bixwînin. Bûyerên sala 1915an bi awayekî yek alî wekî komkujiyê îlan kirin û daxwaza astengkirina derfeta nîqaşa azad bi biryarên DMMEyê re jî li hev nake."
- "Almanya kiryarê komkujiya herê mezin a dîroka modern e"
P"Dê baş be ku mirov bi bîr bixe ku Almanya kiryarê komkujiya herî mezin a dîroka modern, kiryarê 'Holokost'ê ye. Belê Almanya qebûl dike ku vê sûcê mirovahiyê kiriye. Lê belê bi sûcdariyeke kûr û belkê jî bi hestê xwepaqijnîşandanê ji bo ku bibêje ku 'min tenê qetlîam/komkujî nekiriye, kesên din jî kiriye' xwe dispêre pişt derewa komkujiya ermeniyan."
- "Mirov nikare li bendê bimîne ku tirkên li Almanyayê bêbertek bimînin"
Kalin da zanîn hin parlementerên ku piştgirî dan biryarê gotin ku bi vê biryarê dê li ser Tirkiyeyê tehdeyê bikin û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Tirkiye tu carî ji rûbirûbûnê nereviyaye. Lê belê li hember operasyonên propaganda, derew û nêrînê jî bêdeng namîne. Bi hinceta bûyerên 1915an hewldana ku li ser Komara Tirkiyeyê û gelê Tirkiyeyê tehdeyê bikin tenê abes e û nenaskirina dewleta Tirkiyeyê û gelê wî ye.
Mirov nikare li bendê bimîne ku 3 milyon tirkên ku li Almanyayê dijîn jî hember vê biryarê bêbertek bimînin. Bi vê pêşnûmayê ne mimkûn e ku piştgirî bidin entegrasyona civaka tirk û ne jî têkiliyên Tirkiye-Ermenistanê."
- "Şûna ku îthamên bêbingeh li Tirkiyeyê bikin..."
Kalin destnîşan kir ku lêferzkirina nêrîna dîrokê ya yek alî nîşan dide ku bi daxwazên siyasî yên din tevdigerin û wiha axivî: "Derxistina rastiyên bûyerên 1915an, parvekirina êşên ermeniyên Osmaniyê, derbasbûna xitimîna siyasî ya îro û ji bo ku li herêmê atmosferekî aştiyê yê adil û mayînde bê avakirin Tirkiye gelekî hewl dide û pêngavên wêrek diavêje, tunehesibandina van hewldan û pêngavên Tirkiyeyê yek ji mînakên koritiya dîrokî û siyasî ya ku mirov xemgîn dike ye. Parlementoya Federal a Almanyayê şûna ku eqil bide Tirkiyeyê û îthamên bêbingeh bixwe sitûyê wî divê telqîna eqlêselimiyê bide Ermenistana ku heta niha bertekên neyinî nîşanê hemû teşebûsên erênî daye."