21 Îlon 2016•Rojanekirin: 23 Îlon 2016
MUŞ
Li Mûşê Emrah Koç û Esma Devrima ku zewicîn, traktor kirin wesaîta bûkê.
Emrah Koçê ku li taxa Sanayiyê dijî û cotkariyê dike, bi Esma Devrimê ra li navenda bajêr di salonekê da deweta xwe kir.
Koç beriya dewetê bi traktora ku kiribû wesaîta bûkê Devrimê ji mala wê hilda û du hevalên zavê jî bi traktorên ku diajotin li nav bajêr tûr avêtin.
Welatiyan eleqeyeke mezin nîşanî traktora ku li ser dinivîse "Em dizewicin û bextewar in" da.
Koç daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku traktor ji bo cotkaran giring e û got ku loma jî min traktor kir wesaîta bûkê.
Koç diyar kir ku bûk jî kêfxweş bû û wiha dewam kir: "Malbata me cotkar e. Em bi traktorê debara xwe dikin. Loma jî me di roja xwe ya herî xwe ş da tiştekî wiha kir. Min xeyala xwe bi xanima xwe ra bi cî anî."