05 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2016
GAZÎANTEP
250 sûriyeyiyên din jî ku ji şerê navxweyî yê li welatê xwe revîbûn û xwe spartibûn Tirkiyê, vegeriyan Cerablusa navçeya Helebê ya ku di çarçoveya Operasyona Mertalê Feratê da ji rêxistina terorê DEAŞê hatibû paqijkirin.
Penaberên sûriyeyî yên ku ji şerê navxweya welatê xwe revîbûn û hatin Tirkiyê, vedigerin herêmên ku di çarçoveya Operasyona Mertalê Feratê da tên paqijkirin.
Xelkê Sûriyeyê yên ku li navçeya Karkamişê bi destê Walîtiya Gazîentabê qeydên wan tên çêkirin, di bin çavdêriya ekîbên Midûriyeta Rêveberiya Koçê ya Parêzgehê da vedigerin welatê xwe. Grûbek xelkê Sûriyê ku ji 250 kesan pêk tê û di navê da jin û zarok jî hene, piştî kontrola ewlekariyê derbasî Cerablusê bûn.
Ji destpêka operasyonê vir va hejmara sûriyeyiyên ku ji Tirkiyê vegeriyan Cerablusê ji 16 hezarî bihurî.