Önder Beyter
26 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 27 Tîrmeh 2017
GAZÎANTEP
Hejmara sûriyeyiyên ku piştî Operasyona Mertalê Feratê, ji Tirkiyeyê vegeriyan deverên ku ji rêxistina terorê DEAŞê hatin paqijkirin, gihîşt 46 hezar û 750 kesî.
Penaberên ku ji ber şerê navxweyî yê ku li Sûriyeyê 6 sal berê dest pê kir, reviyan û xwe spartin Tirkiyeyê, piştî operasyonê vegera xwe ya bal herêmên ku ji rêxistina terorê hatin paqijkirin, didomînin.
Ji layê Walîtiya Gazîentabê li navçeya Karkamişê miemeleyên qeyda sûriyeyiyan tê kirin û herwiha di çavdêriya ekîbên Midûriyeta Rêveberiya Koçê ya Parêzgehê da bal sûriyeyê tên şandin.
Mensûbên Artêşa Azad a Sûriyeyê li ber deriyê gumrikê sûriyeyiyan pêşwazî dikin û kel melên wan li wesayîtan bar dikin û wan dibin malên wan.
Hat ragihandin ku ji destpêka operasyonê vir va hejmara sûriyeyiyên ku vegeriyan, derket 46 hezar û 750 kesî.