Haydar Şahin
12 Hezîran 2018•Rojanekirin: 12 Hezîran 2018
ANKARA
Beriya ku Rêxistina Dewletên Petrolê Îxrac Dikin (OPEC) rapora meha gulanê eşkere bike li piyaseyên navneteweyî warêla petrola brent bi 76,51 dolarî tê firotin.
Do warêlê petrola brent bi 76,26 dolarî dest bi rojê kiribû û di nava rojê da derketibû 76,81 dolarî. Warêlê petrola brent îro serê sibê jî bi 76,45 dolarî dest bi rojê kir û ji saet 09.05an pê va ji sedî 0,09 zêde bû û derkete 76,51 dolarî.
Di heman demê da warêlê petrola xam a Teksasa Rojava jî bi 66,22 dolarî hat firotin.
Piyaseyên navneteweyî bala xwe dan ser hevdîtina Donald Trumpê Serokê Amerîkayê û Kîm Yong-unê Serokê Koreya Bakur. Nêrînên li ser hevdîtina herdu serokan erênî ne, encamên rastî wê piştî nîvro derkevin holê.