25 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 25 Rêbendan 2017
ANKARA
Wezîrê Gîhandin, Ragihandin û Behrevaniyê Ahmet Arslan bû mêvanê Maseya Edîtorên Ajansa Anadoluyê (AA).
Arslan beşdarî Maseya Edîtoran a AAyê bû pirsan bersivand û li ser rojevê axivî.
Ji axaftina Wezîr Arslan hin sernavên deketin pêş ev in:
"Ji bo îhaleya Pireya Çanakkaleyê ya 1915an 24 fîrmayan şertname hilda. Hema bêje nînîvî fîrmayên biyanî û tirk. Ji Çîn, Japonya, Kore, Îtalya û gelek fîrmayên mezin, li derva û nav welêt kar kirine. Li gor texmîna yên şertname hildane, wê 4-5 kom telîfê bidin, dibe zêdetir be jî. Em ê sibê teklîfan hildin."