Muhammet Kurşun
01 Hezîran 2018•Rojanekirin: 02 Hezîran 2018
GAZÎANTEP
Wezîrê Edaletê Abdulhamit Gul li ser îddîayên namzedê CHPê bo Serokkomariyê Muharrem Înce got: "Kesek ji Amerîkayê geriyaye û tiştek gotiye, hûn jê bawer dikin, lê hûn nayên Wezareta Edaletê û Wezareta Derveyî û hûn nabêjin ma tiştekî wisa heye. Eger we ew telefon di rûyê kesê Amerîkayî de negirtibe û we dersa pêwîst nedabe, îzahatên li ser vê mijarê vala ne."
Gul, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Entabê bû û piştî nimêja înê daxuyanî da rojnamevanan.
Îddîayên Muharrem Înce yên li ser belgeyên der heqê daxwaza îadeya serekê FETO Gulen de Gul wiha nirxandin:
"Kesek ji Amerîkayê geriyaye û tiştek gotiye, hûn jê bawer dikin, lê hûn nayên Wezareta Edaletê û Wezareta Derveyî û hûn nabêjin ma tiştekî wisa heye. Eger we ew telefon di rûyê kesê Amerîkayî de negirtibe û we dersa pêwîst nedabe, îzahatên li ser vê mijarê vala ne."