Haydar Şahin
30 Hezîran 2018•Rojanekirin: 01 Tîrmeh 2018
MOSKOW
Di pêşbirkên Kupaya Dinyayê ya FÎFA 2018an a 16 turên dawîn da sibê Xirwatistan û Danîmarka ew ê bilîzin. Herdu taxim ew ê cara 6an derkevin hemberî hevdu.
Pêşbirk ê di saet 21.00î da li Stada Nizhny Novgorodê dest pê bike.
TRT 1 ew ê pêşbirkê zindî biweşîne.
- Reqabeta wekî hev
Xirwatistan û Danîmarka hetanî nika 5 caran derketin hemberî hev û ew ê sibê cara 6an derkevin qadê.
Di 5 pêşbirkên hatibûn lîstin da Xirwtistan 2 caran Danîmarka 2 caran bi ser ketin û herdu taxim carekî jî beramberî hevdu man.
Xirwatistanê di pêşbirkan da 7 gol, Danîmarkayê 6 gol avêtin.