18 Hezîran 2016•Rojanekirin: 21 Hezîran 2016
HAKKARÎ
Welatiyên ku li Yuksekovaya navçeya Hekariyê di encama êrîşên mensûbên PKKya rêxistina terorê mal û kargehên wan zirar dîtin li benda wê rojê ne ku dê bi piştgiriya dewletê ji rojên dijwar xilas bibin.
Welatiyên ku piştî "Operasyona Jendirme Çawîşê Pispor Ramazan Gulle" ya ji bo ku li navçeyê aramî û ewlehî bê tesîskirin di 13ê adarê de bi îlankirina qedexeya derketina derve dan destpêkirin û di 20ê nîsanê de hat temamkirin, vegeriyan malên xwe hember tehrîbata ku rêxistina terorê bû sedem rojên dijwar derbas dikin.
Gelê Yuksekovayê di heyama qedexeya derketina derve de rojên dijwar derbas kirin û wisa bawer dikin ku dê ji pêvajoya bi pirsgirêk ya ku di nav de ne bi piştgiriya dewletê xilas bibin.
Ji niştecihên navçeyê Bunyamîn Evren daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û qal kir ku ji ber ku di êrîşan de mala wan gelekî xisar dîtiye ji bo mala wan biryara xirakirinê hatiye derxistin.
Evren got ji ber qedexeya derketina derve koçî Wanê kirin û wiha axivî: "Ev mala me ya mistaqil bû. Ji bilî vê tu malên me, cihekî ku em xwe bispêrinê û kirê de rûnin tune. Em nizanin ku em ê çi jî bikin. Em niha banê dipişkivin. Em wisa fikirin dibe ku em van texte û sacan bifroşin û demekî debara xwe bikin an jî bi kar bînin. Ez dizanim ku dê dewleta me arîkariya me bike. Înşeallah dê arîkarî bike û em ê ji van pirsgirêkan xilas bibin."
Ji welatiya Rafî Duşunmez jî diyar kir ku avahiya li Taxa Cumhuriyetê ya ku bi 10 birayên xwe re lê dima dê bê xirakirin.
Duşunmez qal kir ku ji ber biryara xirakirinê dest bi valakirina avahiyê kirin û got ku "Yê ku tê bila bê serê mal tenê bila ji can re tiştek nebe. Ew tiştên ku hatin serê me înşeallah neyên serê tu kesî. Daxwaza me ev e. Em dixwazin ku aramiya me hebe."
Îbrahîm Guvenê da zanîn ku mala wî ya li Taxa Gungorê ew qas xisar dîtiye ku êdî nikarin wê bi kar bînin û bi malbata xwe ya 13 kesî xwe sipartin Wanê û wiha axivî: "Em zar û zêç perîşan bûne. Erebeyekî min hebû. Wê jî di rêya Şemzînanê de şewitandin. Ji me re tu tişt nehiştin. Xwedê ji dewletê razî be. Em ji dewletê arîkariyê dixwazin. Em hêvî dikin ku ji vê pêvajoya bi pirsgirêk xilas bibin. Înşeallah dê ev pirsgirêk xilas bibin. Li navçeya me dê aramî serdest bibe."
Ji welatiyan Hamît Îşîk jî destnîşan kir ku ji ber dîmena ku piştî qedexeyê dîtin mat man û wiha axivî: "Ji dewletê daxwaza min ew e ku me ji van pirsgirêkan xilas bike. Heta mirov malekî çêdike 80, 90 hezar lîreyê wan diçe. Niha hewcedariya min jî bi malekî heye. Em nizanin ka em ê çi bikin. Înşeallah pirsgirêkên me bên çareserkirin."