Fatih Gazioğlu
11 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 14 Berfanbar 2018
ŞANLIURFA
Li Şanliurfayê hostêyan ji bo zarokên ku bi wan re "nexweşiya fenîlketonuriyê" (PKU) heye, peqlewayek taybet çêkir.
Li Şanliurfayê û herêma derûdora wê ji ber zewaca eqrebayan nexweşiya PKUyê zêde tê dîtin.
Serokê Komeleya Nexweşiya Fenîlketonuriyê ya Şanliurfayê (ŞUPKU) Mustafa Çîftçî daxuyanî da nûçegihanê AAyê got ku nexweşên PKUyê encax bi xwarina taybet dijîn. Çiftçî got ku zarokên nexweşê PKUyê peqlewa xwestine û wiha aixîvî:
"Zarokên ku ev nexweşî pê ra heye nikarin goşt, şîr û penêr bixwin. Li bajêr 130 zarokên me yên wiha hene. Ev nexweşiyeke irsî û metobîlek e. Ji ber vê tiştên ew dixwin divê hemû taybet werin çêkirin. Zarokan ev demek bû tehma peqlewayê zehf mereq dikir. Me jî li ser daxwaza wan ji hosteyekê ra bona çêkirina pewleweyeke li gorî wan rîca kir. Xwedê ji wan razî be, wan jî ji me ra peqlewayek taybet amade kir. Ez ji ber vê spasiya Hoste Mehmet Avci û hevalên wî dikim. Bi saya wan zarokên me cara ewil derketin derva û peqlewe xwarin."
- "Ez cara ewile peqlewayê dixwim"
Ji zarokên nexweş Zelîha Guneşê got ku ew cara ewile peqlewayê dixwe û wiha axîvî:
"Ez 16 salî me û heta niha min tu carî li derva tiştek nexwaribû. Gotin me hosteyekê ji me re peqleweyeke taybet çêkirine. Em hatin vê derê. Min cara ewil li vê derê peqlewa xwar. Tehma wê gelekî xweş bû."
Hoste Mehmet Avci jî got ku çêkirina vê peqleweyê gelekî zor û zehmet e wiha axivî:
"Me ji bo xatirê zarokan kedeke mezin da. Ji bo çêkirina vê peqleweyê me ewil du sê mehan hin ceribandin kirin. Divê peqleweya me bi proteîn bûya. Çimkî zarokên ev nexweşî bi wan ra heye nikarin xwurekên biproteîn bixwin. Ji ber vê peqlewaya xwe me bi kestaneyê çêkir. Hevîrê wê jî me bêgluten vekir. Ji ber vê çêkirina wê pir zehmet bû. Me ev peqlewe bona xatirê zarokan çêkir."