21 Sibat 2016•Rojanekirin: 22 Sibat 2016
ROMA
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu daxuyanî da La Stampaya rojnameya Îtalyayê. Çavuşoglu di daxuyaniya xwe da got ku ûris ji bo ku êrîşên xwe yên esmanî li Sûriyê zêdetir bikin, mizakereyên Cenevreyê "bi kar anîn"
Çavuşoglu li ser pirsa "Di çareserkirina qeyrana Sûriyê da astengiya herî mezin çi ye?" got: "Bêguman Rûsya ye." Çavuşoglu diyar kir, Tirkiye ji bo peyama tevkariya herî mezin amade ye, digel vê êdî Tirkiye ji ber dersdayîna ku wê sînorê xwe çawa kontrol bike, westiya.
Çavuşoglu li ser pirsa "Rûsya dibe sedema pirsgirêkê an çareseriyê dixwaze?" bi bîr xist Rûsyayê di meha îlonê da bi behaneya ku "Ez bi DAEŞê ra têkoşînê didim" ket Sûriyê û wiha bersîv da: "Ji wê dîrokê heta niha rejimê xêncî ku êrîşan bibe ser mixalif û sivîlan tu tişt nekir. 7 hezar û 750yî zêdetir êrîş kir, ji sedî 89 mixalif û sivîl kirin hedef. Ne tenê ev, Ûrisan ji bo ku êrîşên xwe yên esmanî yên li Sûriyê zêdetir bikin, mizakereyên Cenevreyê jî bi kar anîn. Êrîşî dibistan, bazar, nexweşxane û cihên gel lê hene dikin. Ji ber vê çendê pêvajoya siyasî li Cenevreyê hatiye girtin. Dema ku hûn li van hemû êrîşan dinhêrin, hûn ê bibînin ku ev pêvajoyê qut dikin."
Wezîr Çavuşoglu destnîşan kir, digel hemû hewlên dîplomatîk, ûris û rejîm operasyonên xwe yên leşkerî zêdetir dikin û wiha dewam kir: "Divê kuştina sivîlan bidin sekinandin, dorpêçkirina li ser bajaran were rakirin, divê alîkariya mirovahî dest pê bike. Heke em dixwazin qrîza însanî ya li Sûriyê bidin sekinandin, em dixwazin firsendê bidin aştiyê, divê NY û Lijneya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) êrîşkariya Rûsyayê bide sekinandin. Ji bo ku biryara Lijneya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya ku hejmara wê 2254 e, pêk were, divê civata navneteweyî li ser Rûsyayê zextê çêbike."