Di Kûpaya Dinyayê ya FIFAyê ya 2014an ya koma Hyê de Belçîka û Cezayîr derketin hemberî hev. Di pêşbirkê de Belçîkayê Cezayîr 2 û 1 têk bir.
Pêşpirk di qada Mîneîraoyê de hat lîstin û Marco Rodrîguez, Marvîn Torrentera, Marcos Quîntero (Meksîka) jî bûn hekemên pêşbirkê.
futbolîstê Cezayîrê Sufyan Fexolî di deqeya 25mînde bi penaltiyê gol avêt. Tîma Belçîkayê di deqeya 70mîn û di deqeya 80mînde bi golên Merwane Fellaînî û Drîes Mertens ve pêş ket û dijberê xwe têk bir.
Ji tîma Belçîkayê Drîes Mertens di deqeya 24mîn de û ji tîma Cezayîrê Nebîl Bentaleb jî di deqeya 34an de cezaya karta zer xwarin.