Hilmi Sever
01 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 01 Tîrmeh 2026
Bosna Herseka ku dê di milmilaneya tûra 32yem a Kûpaya Cihanî FIFA 2026an da di 2yê Tîrmehê Pêncşemê bi saeta Tirkiyeyê (BST) 03.00yan da derkeve hemberî DYAya ji malîvanên kûpayê, amadekariyên xwe kuta kirin.
Li San Jose Parkê 15 deqîqeyê ewil ê antrenmanê bi rêveberiya Sergej Barbarezê rahênerê teknîkî va ji çapemeniyê ra vekirî hat kirin.
Berî îdmanê Barbarez li nîvê yarîgehê digel yarîzanan axaftineke kurt kir.
Di dewama rahênanê da lîstikvanan gog ji hev sitand û di beşê ji çapemeniyê ra girtî da jî hat diyarkirin ku xebata taktîkî ya milmilaneya DYAyê hat kirin.