ANKARA
Di pêşbirka rowanşê ya nîvefînalê ya Kupaya Tirkiyeyê ya Zîraetê de Bursasporê li deplasmanê tîma Fenerbahçeyê 3-0 têk bir û derket fînalê.
Di deqîqeya 33an de bi gola Volkan Şen Bursaspor 1-0 pêş ket û nîva ewil bi vê skorê qediya.
Bursasporê di deqîqeya 75an bi gola Fernandao û dîsa di deqîqeya 84an bi gola Şamîl Çînaz skor kir 3-0.
Bursaspor bi vê skorê derket fînalê.