Erkan Tiryaki
13 Mijdar 2022•Rojanekirin: 15 Mijdar 2022
Di Şampiyonaya Bîlardoyê ya Banda 3yem a Dinyayê da werzişvanê neteweyî Tayfun Taşdemir madalyona zêrîn qezenc kir.
Li bajarê Donghaeyê yê Koreya Başûr fînala şampiyonayê hat lidarxistin. Tayfun di fînalê da bi reqîbê xwe yê Îspanyol Ruben Legazpî ra leyîst. Tayfun reqîbê xwe 50-14 têk bir û bû şampiyonê dinyayê.
Tayfun bi vê serkeftina xwe va piştî 19 salan di vê organîzasyonê da madalyona zêrîn a ewil anî Tirkiyeyê. Di Şampiyonaya Bîlardoyê ya Banda 3yem a Dinyayê da herî dawî di 2003yan da Semîh Sayginer bûbû şampiyon.