ELAZIG
Di koma Byê ya Kûpaya Tirkiyeyê ya Zireatê de Elazigspor û Galatasaray hatin hemberî hev.
Nîva ewil a pêşbirkê 0 - 0 bi dawî bû.
Di deqîqeya 52emîn a nîva duyemîn de Elazigsporê penaltî qezenc kir. Ji Elazigsporê Serdar Ozkan ev penaltî avêt û bû gol û li hemberî Galatasarayê 1 û 0 bi pêş ketin.
Di pêşbirkê de ji bilî vê tu gol nehat avêtin û pêşbirk bi serkeftina Elazigsporê qediya.
Fitbolîstê Galatasarayê Aydin Yilmaz di pêşbirkê de seqet bû.
Di deqîqeya 90+1an de di navbera Serdar Ozkanê Elazigsporê û Bûrak Yilmazê Galatasarayê de nîqaş derket û hakem qarta sor nîşanî her lîstikvanan da û ew ji sehê avêt.
Piştî pêşbirkê berpirsyarê Teknîkî yê Elazigsporê Îrfan Saraloglu diyar kir ku ji ber Galatasaray têk birine pir kêf xweş in.
Rahênerê Galatasarayê Roberto Mancînî jî destnîşan kir ku pir li ber Aydin Yilmaz ketiye.