ÎSTANBÛL
Galatasaray, di pêşbirka sêyemîn a Lîga Şampiyonan ya ÛEFAyê Grûba Byê de, îşev bi tîma Kopenhag a Danîmarkayê re tê hemberî hev.
Galatasaray di her du pêşbirkên ewil yên bi Real Madrîd (1-6) û Jûventûs (2-2) hatibû hemberî hev de têk çûbû. Daxwaza Galatasarayê ew e ku, di pêşbirka îşev a dê li ber temaşevanê xwe bi Kopenhagê re bike de, bi ser bikeve.
Galatasarayê di pêşbirka bi Real Madrîd re zêde pûan winda kiribû, di pêşbirka Jûventûsê de jî beranbere ma û kêfa tîmê xweş bû. Her wiha 3 pûanên ku dê îşev di pêşbirka Kopenhagê de qezenc bike, ji bo derketina ser tûrê girîng e.
Berî pêşbirkê hat daxuyandin ku fûtbolvanên tîmê yên bi navê Hamît Altintop û Hakan Balta jî seqet bûne dê nikaribin îşev di pêşbirkê de bilîzin.
Pêşbirk dê li Stada Turk Telekom Arenayê û di saet 21.45an de dest pê bike. Ji Federasyona Fûtbolê ya Makedonyayê Aleksandar Stavrev dê hakemtiya pêşbirkê bike. Marjan Kîrovskî û Dejan Kostadînov jî dê alîkariya hakem Stavrev, bikin.