KAYSERÎ
Di Lîga Super a Spor Totoyê de Galatasarayê di deplasmanê de Kayserîspor 4 - 2 têk bir.
Gola pêşbirkê ya ewil di deqîqeya 14emîn de Sneîjder avêt û Galatasaray 1 - 0 li pêş ket.
Di deqîqeya 25emîn de Selçûk Înan pas da Chedjoû û wî jî lê da û gola tîma xwe ya duyemîn avêt, skor bû 2 - 0.
Kayserîsporê di deqîqeya 44emîn de penaltî qezenc kir Moûche ji bo tîma xwe ev kir gol skor bû 2 - 1.
Piştî vê golê Kayserîsporê hemleyeke xurt kir û gola duyemîn jî di deqîqeya 45emîn de jaja avêt û bi vê golê nîva ewil a pêşbirkê 2 - 2 beramber qediya.
Galatasaray di deqîqeya 57emîn de bi gola Bûrak Yilmaz dîsa li pêş ket. Gola pêşbirkê ya dawîn jî di deqîqeya 74emîn de bi lêdana Drogba hat û skor bû 4 - 2.
Piştî vê golê her du tîman jî tu gol neavêt û li Kayserîyê Galatasaray bû xwediyê 3 pûanan.