23 Adar 2017•Rojanekirin: 25 Adar 2017
MADRÎD
Komîteya Disîplînê ya Federasyona Fitbolê ya Îspanyayê lîsteya gogvanên hefteya 28an a Lîga Ewil a Fitbolê ya Îspanyayê yên ku ceza xwarin eşkere kir û ji bîr ku navê Lîonel Messiyê ji Arjantînê yê gogvanê Barcelonayê jî bibêje.
Di lîsteya ewil a ku komîteyê eşkere kir da cezayê ku ji ber Messî di pêşbirka li ber Valensiyayê da cara 5an karta zer dît û cezayê nelîstina pêşbirkekî xwar nehat eşkerekirin. Federasyonê paşê daxuyaniyeke din jî da û diyar kir ku şaşî kirine, Messiyê di pêşbirka Granadayê ya 2yê nîsanê da nelîze.
3 hezar ewro cezayê peretî dan Pîque
Wek mayîn hat ragihandin ji ber gotinên ku ji hakeman ra got 3 hezar ewro cezayê peretî dan Gerard Pîqueyê gogvanê Barcelonayê.