OAKLAND
Di Lîga Basketbolê ya Amerîkayê (NBA) da piştî 40 salan tîma Golden State Warriorsê bû şampiyon. Bi minasebeta vê jî li Oaklandê "meşa serfiraziyê" hat kirin.
Li Oaklandê bi hezaran kes ji bo serkeftina Golden State Warriorsê pîroz bikin bi ala û formeyan hatin bal hev.
Du senatorên eyaleta Calîforniayê Nancy Pelosi ji San Francîscoyê, Barbara Boxera ji Oaklandê û Alîkarê Walî Gavîn Newson li ser wesaîtên klasîk gel silav kirin.