Ferizat Kaya
05 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 06 Tîrmeh 2017
ÎSTANBUL
Tîma Lîga Futbolê ya Yekemîn a Îspanyayê (La Lîga) Barcelona, bi fitbolîstê Arjantînî Lionel Messî ji bo 4 salan li hev kir.
Li gorî daxuyaniya ji ser malpera klûbê hat weşandin, peymana Messiyê 30 salî sala bê bidawî dibe, kûlup ji bo peymaneke nû bi Messî re li hev kir. Li gorî peymana nû muqaweleya Messî heta 2020-2021an hat dirêjkirin. Hat ragihandin ku rojên pêşiyê wê peymana fermî bê îmzekirin.