KOPER
Tîma Neteweyî ya Tirkiyê ya Basketbolê di koma Dyê ya Şampiyonaya Basketbolê ya Ewropayê ya 2013an de têdikoşe. Tîma Neteweyî di pêşbirka ewil de bi Fînlandiyayê re hat hemberî hev û Fînlandiyayê Tirkiye 61-55 têk bir.
Fînlandiya di komê de weke tîma herî bêhêz dihat hesabindin lê di pêşbirka xwe ya ewil de Tirkiye têk bir. Tirkiye piştî vê têkçûnê bi Rûsya, Îtalya, Yewnanîstan û Swêdê re jî dê bê hemberî hev.