Şandeya Îstanbul 2020ê, di bin serokatiya Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan de wê îro here Arjantînê. Şande, wê hewl bide ku bikeve peşiya berendamên din Tokyo û Madrîdê.
Alîkarê Serokwezîr Alî Babacan û Wezîrê Ciwanî û Werzişê Suat Kiliç jî wê herin Arjantînê. Tê payîn ku Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Erdogan Bayraktar jî here.
Di qefîleyê de Şaredarê Bajarê Mezin ê Îstanbulê Kadîr Topbaş, Serokê TOKÎyê Ahmet Haluk Karabe, Serokê Komîteya Berendamiya Îstanbulê ya 2020an Hasan Arat jî di nav de gelek peywirdar hene.
Beriya ku bajarê mazuvan were diyarkirin, bi rêzê destûrmendên Îstanbul, Tokyo û Madrîdê dê pêşkeşiyan bikin. Piştî pêşkeşiyan wê derbasî beşa pirs û bersivan bibin ku 15 deqîqeyan didome.
Niha di Komîteya Navneteweyî ya Olîmpiyatê de (IOC) 103 endam hene û serok Jacques Rogge da zanîn ku raya xwe bi kar nayîne. Endamên welatên berendam jî dê nekaribin rayê biavêjin. Di IOCê de 3 endamên Îspanyayê, endamekî Tirkiyeyê û endamekî Japonyayê hene. Li gorî vê yekê wê 97 endam raya xwe bavêjin.
Piştî pêşkeşiyan wê saet di 21.45an de bi awayekî veşartî û di qada elektronîk de rayavêtinê dest pê bike. Bajarê ku mazuvaniya Olîmpîyatan bike wê ji aliyê serok Jacques Rogge ve saet li 23.00an were diyarkirin.