DIYARBEKIR
Buyukşehîr Beledîyespora ku amedehiyên xwe yên 2013-2014an bi lez û bez didomîne, dê di 29 tîrmehê de têkeve qampê. Tîma zer û sor, pêşiya qampê kêmasiyên xwe temam dike.
Buyukşehîr Beledîyespora ku transferên xwe didomîne, Mehmet Fûat Golbaşiyê forvet ku bonservîsa wî li Gazîentepsporêye û ev salek e ku li Hataysporê wekî kirêgirtî dileyze, transferî tîma xwe kir.