ROMA
Di têkoşîna fînala Qûpaya Îtalyayê de Juventus û Lazîo hatin hemberî hev. Juventus di dema dirêjkirinê de 2 û 1 ji Lazîoyê bir û bû xwediyê Qûpaya Îtalyayê.
Gola ewil a pêşbirkê di deqîqeya 4an de Stefan Radu avêt û Lazîo 1 û 0 bi pêş ket. Di deqîqeya 11mîn a pêşbirkê de ji Juventusê Gîorgîo Chîellînî bersiv da û pêşbirk bû 1 û 1.
Nîva ewil a pêşbirkê bi vê skorê qediya û di nîva duyemîn de jî rewş neguherî û piştî vê pêşbirk bi dema dirêjkirinê ve dewam kir.
Di deqîqeya 96an a dema dirêjkirinê de Juventus bi lêdana Matrî ve skor kir 2 û 1 û ji bilî vê tu gol nehat avêtin.
Di têkoşîna fînala Qûpaya Îtalyayê de Juventus li hemberî Lazîoyê 2 û 1 bi ser ket û piştî 20 salan Qûpaya Îtalyayê qezenc kir.