DIYARBAKIR
Yenî Diyarbakirspora ku di Lîga 3yemîn a Spor Totoyê de di koma 3yemîn de cih digire, di pêşbirka li hemberî Erzîncan Refahiyesporê de bi ser ket û kêfa serkeftinê dike.
Rahênerê qulûbê Vedat Tanriverdî daxuyanî da û di daxuyaniya xwe de got ku di pêşbirka li hemberî Erzîncan Refahiyesporê de wan tîm têk birine û 3 pûan standine.
Tanriverdî diyar kir ku bi vê serketinê ve pûanên xwe yên nîva ewil derxistine 33an û di lîgê de ketine rêza duyemîn.