Elif Irmak
06 Gulan 2020•Rojanekirin: 06 Gulan 2020
ANKARA (AA) - Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî Zehra Zumrut Selçukê ragihand ku ji bona di dermankirina nexweşînên wek Kovîd 19, pençeşêr û parkînsonê û gelek nexweşînên din da bên emilandin 32 dermanên din jî hildan lîsteya paşdadayînê.
Selçukê daxuyaniyeke nivîskî da û agahiyên der barê verastkirina ku ji aliyê Saziya Ewlehiya Civakî (SGK) va hat kirin parve kirin.
Selçukê got ku "Ji bona di dermankirina nexweşînên wek Kovîd 19, pençeşêr û parkînsonê û gelek nexweşînên din da bên emilandin me 32 dermanên din jî hilda lîsteya paşdadayînê. Di Saziya me ya Ewlehiya Civakî da bi vê lêzêdekirinê ra jimara dermanên nav welêt ên ku bedêla wê tê dayîn derket 8 hezar û 594an." û diyar kir ku welatî dikarin ku dermanan ji dermanxaneyên ku peymana wan bi SGKyê ra heye peyda bikin.
Wezîr Selçukê got hêvî dikim ku dermanên hildan lîsteya paşdadayînê ji bo nexweşan bibe şifa.
Di nav dermanên ku bi verastkirina hat kirin ra li ser lîsteya paşdadayînê hat zêdekirin da 4 dermanên pençeşêrê, 7 dermanên parkînsonê û dermanê antîvîral a sîstematîk a ku tê da madeya "oseltamîvîr" ya ku di protokola tedawiya nexweşiya Kovîd-19ê da tê bikaranîn jî hene.